Artêşa Tirkiyê Efrînê dide ber topan: Qurbanî hene

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dîsa gundên Efrînê topbaran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dîsa gundên Efrînê topbaran dikin.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê agihand, artêşa Tirkiyê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, îro piştî nîvro her du gundên Qestel Cindo û Qitmê yên navçeya Şera dide ber topan.

Peyamnêrê me da zanîn jî, ku topeke artêşa Tirkiyê li destêka bajarê Efrînê jî ket.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me yên destpêkê, hejmarek qurbanî jî hene.

Duh jî artêşa Tirkiyê navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kiribû, ku çend top li kampa Robar a koçberan ketibû, di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.

Tê zanîn, artêşa Tirkiyê duh hejmarek wesaîtên zirxpoş û wesaîtên topbarankirinê li bajarê Kîlîsê li nêzîkî Efrînê li hêza xwe ya berê zêde kirine. Li gor zanyariyan 7 wesaîtên topbarankirinê ya bi cûreya Obûs û hejmarek tank di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de hatine veguhestin.