Erdogan: Me rê neda ku milîsên Sûryê derbasî Efrînê bibin

Erdogan: Ew hêz derbasî Efrînê nebûne û bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê me ew neçar kirin ku vegerin ew cihê ku jê hatibûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: "Me milîsên ser bi Esed ve neçar kir ku paşde vegerin. Em rê nadin ti girûpekê ku derbasî Efrînê bibe".

Piştî belavbûna dîmenên çûna "Milîsên Sûrî" ji bo Efrînê, Serokê Tirkiyê red kir, ku ew hêz derbasî Efrînê bûbin û got: "Bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê me ew neçar kirin ku vegerin ew cihê ku jê hatibûn".

Erdogan got jî: "Me li gel serokê Rûsya Vladimir Putin û serokê Îranê Hesen Rûhanî, derbarê Efrînê lihev kiriye û pirsa çûna artêşa Sûryê ji bo Efrînê bidawî hatiye".

Peyvdarê bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de ragihand, ku piştî mehekê ji berxwedana wan li pêşya artêşa Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve û piştî ku ziyanên mezin li artêşa Tirkiyê hat, Yekîneyên Parastina Gel ji Hikûmeta Sûryê xwest ku artêşa xwe bişîne Efrînê, daku bi erkê xwe di berevaniyê di ber wê deverê de rabe.

Nûrî Mehmûd di daxuyaniya xwe de dibêje: "Me ji Hikûmetê xwest ku artêşa xwe bişîne, daku berevaniyê di ber Efrînê de bike û sînorên li dijî vê êrîşê biparêzin".

Herwiha Mehmûd diyar kir, ku Hikûmeta Sûryê ev daxwaza wan erê kir û yekîneyên xwe yên serbazî şandin daku li ser sînoran bên bicîkirin û beşdariyê di berevaniyê di ber yekîtiya axa Sûryê de bikin.

Di wê çarçoveyê de, kenala Meyadîn ragihand, ku "Rêketina di nav YPG û Hikumeta Sûryê de, tenê di warê serbazî de ye"‌.

Li gorî zanyariyên wê kenalê, "Wê hêzên Sûryê li navçeyên sînorî bên belavkirin û erkê wan yê yekem rawestandina êrîşa Tirkiyê ye li gel YPGê".

Herwiha erkê diwem yê wan hêzan "Rizgarkirina navçeyên dagîrkirî ye li Ezaz, Bab, Cerablus û Idlib ji bin destê Tirkiyê û milîsên Islamî yên li gel wê şer dikin".

Li ser vê mijarê malpera El-Mudin belav kir, ku duh firokeyên cengî yên Tirkiyê ew riyana bordûman kirin, ku çavlirê bû hêzên Sûriyê di wan re derbasî Efrînê bibin.

Herwiha wê malperê got: Bi sedema bordûmana firokeyên Tirkiyê zarokekî 11 salî canê xwe jidest daye û 8 welatiyên din jî birîndar bûne.

Heman malperê diyar kir, ku derengketina çûna hêzên Sûryê ji bo Efrînê, ji ber "kêşeyên locistî" bû.

N.O