Tirkiye: Deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl vekirî ye

Wezîrê Gumrikê û Wezîrê Derve yên Tirkiyê dan xuyakirin, deriyê sînorî yê Herêma Kurdistanê re Îbrahîm Xelîl vekirî ye û naye daxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Gumrikê û Wezîrê Derve yên Tirkiyê dan xuyakirin, deriyê sînorî yê Herêma Kurdistanê re Îbrahîm Xelîl vekirî ye û naye daxistin.

Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê Bulend Tufenkçî da xuyakirin, herçiqas daxistina deriyê sînorê wek bijardeyekê li ser maseyê hebe jî, deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl niha vekirî ye û çûnûhatin berdewam dike. Li gor pêşketinan dê gav bên avêtin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu jî da zanîn, ew deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl danaxin, heger ji hikûmeta navendî ya Iraqê daxwaz bike û gefeke hevbeş rû bide ew dikarin bi hev re gavan bavêjin.

Çawîşoglu got jî, wî ji nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) yê li Enqerê re gotiye venegere Tirkiyê.