Mihemedê Hecî Mehmûd: Dema me şerê DAIŞê dikir hin alî li postan digeriyan

Mihemedê Hecî Mehmûd: Ew dema ku xortên Partiya Sosyalîst beramberî DAIŞê di sengerên şer de bûn, hin alî li Hewlêrê, mijûlî dabeşkirina postan bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Sikirtêrê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hecî Mehmûd ragihand, ku piroseya hilbijartinan a vê carê gellekî giring e, bi taybet di demekê de, ku Herêma Kurdistanê di qunaxa piştî bûyerên 16ê Cotmehê re derbas dibe.

Mihemedê Hecî Mehmûd di ahenga bangeşeya Lîsta Serdem de, ya Partiya Sosyalît, li bajarokê Soran ji endam û alîgir û piştevanên partiya xwe xwest, ku di piroseya hilbijartinan de, bi çalakî beşdar bibin û deng ji ji bo lîsta Sosyalîst bidin.

Herwiha got: Ev bêtirî 42 salan e, Partiya Sosyalîst xebatê ji bo welat dike û hîn jî xwîna şehîdên vê partiyê di şerê dijî DAIŞê de zuha nebûye. Ew dema ku xortên vê partiyê beramberî DAIŞê di sengerên şer de bûn, hin alî li Hewlêrê, mijûlî dabeşkirina postan bûn.

N.O