Li 46 deverên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin

Li 46 gundên girêdayî navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li 46 gundên girêdayî navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin.

Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir, ji ber destpêkirina operasyonên leşkerî li 46 gundên navçeyên Licê, Hezro, Pasûr û Farqînê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.

Tê diyarkirin, li deverên çiyayî û daristanî yên her çar navçeyan, liv û tevgerên gerîlayên PKK û serkirdeyên pilebilind hatine tesbîtkirin û bi armanca bêbandorkirina wan, dest bi operasyonê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyê, qedexe îro demjimêr 5'ê sibê dest pê kiriye û heta fermaneke din dê berdewam bike.