Israîl: Iran şaştiyê bike, dê bersîvek tund werbigre

Ligor malpera Ynet, Îran hin hewldanan dide ku êrîş bike û zerarê bigihîne Israilê. Berpirsiyarên Israilî jî dibêjin: her êrîşek Iranê de bersîvek tund werbigre

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî kuştina 7 pasdarên di êrîşek Israilê li Hûmsê, Iranê ragihandibû ku ev kiryara Israil bêbersîv namin e.

Liser vê yekê Artêşa Israilê deverên li Suriye ku pasdarên Îranê lê dimînin bi wêneyan belavkir û diyarkir ku, ev cîh dê bibin armanc,

Ligor malpera Ynet, Îran hin hewldanan dide ku êrîş bike û zerarê bigihîne Israilê. Berpirsiyarên Israilî jî dibêjin: her êrîşek Iranê de bersîvek tund werbigre û bînkeyên pasdaran li Suriye dê bibin armanca êrîşên Israilê.

 

C.B