Tirkiye riyên Efrînê digire

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku tevahiya riyên Efrînê li pêş çûnûhatinê daxist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku tevahiya riyên Efrînê li pêş çûnûhatinê daxist.

Li gor daxuyaniya artêşa Tirkiyê, riyên Efrînê ji ber sedemên ewlekariyê ve hatina daxistin.

Piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina êrîşa li ser Efrînê, hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê roja 18ê vê mehê derbasî nava bajarê Efrînê bûn.

Herwiha zêdetir ji 200 hezar welatiyên sivîl koçberî bakurê Helebê bûne, bi girtina riyên Efrînê jî rê li ber vegera xelkê Efrînê tê girtin.

Ji ber êrîşa li ser Efrînê zêdetir nêzîkî 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û dora 700 welatiyên jî birîndar bûbûn.

 

S. B