Erdogan ditirse Sûriye û Iraqê bêne perçekirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje, “Hewla planekê heye ku navçe ji nû ve bê dabeşkirin û ji Sûriye û Iraqê ve dest pê dike, dizanin Tirkiye jî armanc digire, lê berpirsatiyeke mezin dixin ser milê xwe ji bo rêgiriyê li wê hewlê bigirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di çarçova çalakiyên zanîngeha Bogas a Stenbolê de gotarek pêşkêş kir û got: “Ev qonaxa hestiyar a ku Tirkiye û navçe tê re derbas dibe, hîştiye ku biryarên bilez bidin û bi hûrî wan jî cibicî bikin.”

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir, ev sedem û qonax pêwîst dikin ku Tirkiye ber bi sîstema Serokatiyê ve biçe.

Ev di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê pêşniyara birêvebirina hilbijartinên serokatî û parlemantoyê yên pêşwext di 24ê Hezîrana bê de kiribû, parlemantoya Tirkiyê bi piraniya dengan ev pêşniyar pesend kir.

Ne tenê Erdogan van gotinan dibêje, duhî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihandibû, ew nizanin niha rewş li Sûriyê ber bi kû ve diçe û nizanin jî ka dê sînorê Sûriyê wek xwe bimîne yan na.

S. B