HSD: Me ti rêkeftin ligel rêjîma Sûriyê nekiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike rêkeftin ligel rêjîma Sûriyê derbarê radestkirina 2 gundên li Reqayê de kiribe.

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Giştî yên HSDê Ebdilezîz Yûnis ji ajansa “Smart” a ser bi opozîsyona Sûriyê re ragihand, ew nûçeyên ku behsa danûstandinên di navbera HSD û rêjîma Sûriyê de hene û 2 gundên li Reqayê radestî rêjîma Sûriyê kirine, dûrî rastiyê ne.

Ebdilezîz Yûnis tekezî li wê yekê kir, ku her du gundên Ekîreş û Delha yên li Reqayê di bin kontrola HSDê de ye.

Duh hin jêderên ji nava çekdarên opozîsyonê wêneyên çend fermandarên rêjîma Sûriyê û HSDê belav kirin û ragihandin ku HSD du gund radestî rêjîma Sûriyê kirin.