Nêçîrvan Barzanî: Beşdariyê di hikûmeta nû ya Iraqê de dikin

Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de helwesta xwe derbarê hilbijartina 12ê Gulanê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de helwesta xwe derbarê hilbijartina 12ê Gulanê ragihand.

Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew wek aliyekî Kurdî beşdarî guftûgoyên derbarê pêkanîna hikûmeta nû dibin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û hêzên ewlehiyê kir û spasiya cemawerê Kurdistanê kir, ji bo beşdarî di proseya hilbijartinan bûn, ku li hember navçeyên din ên Iraqê belind bû.

Da zanîn jî, Herêma Kurdistanê dixwaze bi riya lihevkirina siyasî û bi hevbeşî biçe Bexdayê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan lihev bikin. Tekez kir jî, divê Kurd bi yekgirtî û yekrêzî biçe Bexdayê.

Derbarê dilgiraniya 6 partiyên Kurdistanî ji proseya hilbijartinê de, diyar kir, dilgiraniya wan ji rewşa li Silêmanî û Kerkûkê rû dane ye û ew her hewlekê didin ji bo dilgiraniya wan nemîne, ji bo wê mebestê jî daxwaz ji Komisyona Hilbijartinê kir ku bête ser xetê.

Li ser serdana Nûnerê Tayvet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurg got, wî hest nekir ku Vetoya wî li ser ti kesekî yan aliyekî hebe û ti aliyek bi ser aliyekî din ve ferz nakin.

Di beşek din gor, ji mafê Kurd e posta Serokomar di qonaxa dahatî de werbigire, lê pirsgirêka Kurd li Bexdayê ne post e, belkû mezintir e û 12 sal in çaverêyî cibicîkirina destûr in, 12 sal in hevparî hatiye piştguhkirin, 12 sal in tiştek ji bo aramiya siyasî li Iraqê nehatiye kirin.

Herwiha got: “Pirs ew e, ma Iraq li ser awayê ber bi rê ve diçe? Kurd ber bi referandûmê gav avêt, ji ber ku Kurd bêhêvî bû ku Bexda mafên destûrî bide û destûrê cibicî bike. Bêgûman heger bi nerîna berê Iraq were birêvebirin, bêgûman heman tiştên berê dubare dibin.”

 

S. B