Li Diyarbekirê dîroka referandûma serxwebûnê tê çaverêkirin

Li ser biryara referandûma li Başûrê Kurdistanê, li Diyarbekirê jî bendewariyên Kurdistana Xweser zêde bûn. Çavdêrên Siyasî dibêjin; divê di pêvajoya referandûmê de Parlementoya Kurdistanê çalak bibe da ku ji aliyê siyasî ve bi welatên cîran û şirîk re pirsgirêk dernekevin û daxwaz dikin ku hemû hêzên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê, di vê pêvajoyê de piştgiriya Başûrê Kurdistanê bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li ser biryara referandûma li Başûrê Kurdistanê, li Diyarbekirê jî bendewariyên Kurdistana Xweser zêde bûn. Çavdêrên Siyasî dibêjin; divê di pêvajoya referandûmê de Parlementoya Kurdistanê çalak bibe da ku ji aliyê siyasî ve bi welatên cîran û şirîk re pirsgirêk dernekevin û daxwaz dikin ku hemû hêzên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê, di vê pêvajoyê de piştgiriya Başûrê Kurdistanê bikin.

Biryara Serxwebûna Kurdistanê, li Diyarbekirê yek ji rojevên sereke tê dîtin û bi awayekî erênî tê nirxandin. Bi amadekariyên serxwebûnê re bala Kurdên li herêma bakûr û Diyarbekirê jî li ser dîroka referandûmê ye û bi hêviyên pêkhatina wê rojê nirxandin tên kirin. Çavdêrê Siyasî Fahrî Karakoyunlu li ser mijarê diyar dike ku jixwe Gelê Kurd bi salan e li benda serxwebûnê ye; ya girîng ew e ku bi siyaseta navxweyî pêşî li nîqaşên dijberan were girtin.

Çavdêrê Siyasî Fahrî Karakoyunlu ji K24ê re wiha got: “Serxwebûna Kurdistanê, îlankirina wê, karekî gelek muhîm e. Bi sedan sal in dike tiştek bibe. Ji ber vê yekê jî divê dîplomasî bi awayekî xurt ji derve destekê bigire. Dema destekê negire, îlankirin zehmet e, lewra ji aliyê gel ve jixwe pirsgirêk tuneye.”

Çavdêrên siyasî yên ku rojevê dinirxînin, li ser Serxwebûna Kurdistanê diyar dikin ku piştî biryar hatibe dayîn, divê referandûm çêbibe, heger nebe dê ew kelecan û bendewariya Gelê Kurd sar bibe. Yek ji çavdêrên Siyasî Mehmet Vûral jî dibêje; divê hestên siyasî nekevin pêşiya hestên netewebûnê û divê hemû partî û rêxistinên li başûr û bakûr piştgiriya xwe li hember raya giştî ya cîhanê aşkera bikin.

Çavdêrê Siyasî Mehmet Vûral dibêje: “Bi rastî derdora 40-50 milyon Kurd li cîhanê hene û niha jî tu statuyeke wan tuneye. Ev, di dile me de birîneke mezin e. Ji bo ku Kurd ji vê birînê pak bibin, bi silametî ji vê birînê rizgar bibin, divê em jî piştgiriya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê ragihînin.”

Di nirxandinên siyasî û civakî yên herêma Bakûr û Diyarbekirê de herî zêde zelalbûna dîroka referandûma ji bo Serxwebûna Kurdistanê, yekgirtina partiyên siyasî yên başûr û piştgiriya partî û rêxistinên siyasî yên bakûr derdikeve pêş. Ev jî nîşan dide ku gel çaverêyê pêkhatina demildest ya netewebûyînê ye.