Rûsya ji Israîl re: Beşar Esed wê dawîn serokê Elewî be ji Sûryê re
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî kenaleke Israîlî, serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu pêwendî bi serokê Rûsyê Vladimer Putin re kirye, û di wê pêwendiyê de Putin ji Netanyahu re gotiye: "Beşar Esed wê dawîn serokê Elewî be li Sûryê, û me Esed vexwendiye Sochi daku em bersiva wî li ser mijarên civîna hersê serokên Tirkiyê, Îran û Rûsya werbigrin."
Di wê pêwendiyê de Netanyahu ji Putin re gotiye: "Em hebûna Îranê û berifrehbûna wê li Sûryê qebûl nakin û em ji rêketina başûrê Sûryê jî dudil in."