Erdogan: Emê Qendîlê ji terorîstan paqij bikin

Erdogan: Emê hemû çavkaniyan hişk bikin ku bi riya wan êrîş li dijî welatê me tên kirin û li pêşya hemûyan jî Qendîlê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, Enqera rijde li ser berdewamkirina piroseyên serbazî li dijî çekdarên PKK, ku Tirkiyê wan bi "terorîst" binav dike.

Erdogan di gotarekê de got: "Emê hemû çavkaniyan hişk bikin ku bi riya wan êrîş li dijî welatê me tên kirin û li pêşya hemûyan jî Qendîlê ye."

Derbarê rewşa Sûrya û operasyona artêşa Tirkiyê li wî welatî, Erdogan got: Emê piroseya serbazî li Idlibê bidawî bikin daku em Efrînê kontrol bikin û emê Minbic ji çekdarên PYD bistînin û radestî xwediyên resen yên wî bajarî bikin.