Li Biradost şer di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de derket

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî sînorê 10 gundên navçeyên Sîdekanê li devera Biradost bombebaran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî sînorê 10 gundên navçeyên Sîdekanê li devera Biradost bombebaran dikin.

Peyamnêrê K24ê li wê deverê da zanîn, duh firokeyên Tirkiyê gundên Xelîfan, Koner, Şoşne, Mezarê Şoşnê, Çiyadîl, Gerûyê Kewrit, Xwakurk, geliyê Xwakurkê, geliyê Mixarê û geliyê Reş li devera Biradost bombebaran kirin.

Hevdem jî, şer û pevçûnên giran di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê li sînorê gundê Çiyadîl derket û topxaneya Tirkiyê jî bi giranî ew gund topbaran kir.

Ji bilî topbaranê jî, 7 helîkopterên leşkerî ji esman ve cihê şer û pevçûnan bombebaran dikir.

Ji encama bombebaranê, agir bi dar û daristanên wê navçeyê ket.

 

S. B