Li Kobanê lehî rabû, 2 kesan jiyana xwe jidest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Kobanê ji ber barîna baraneke zêde û lehiyê , dû welatî canê xwe ji dest dan û ziyaneke maddî ya mezin giha mal û milkên xelkê.
Nûçegîhanê Kurdistan24 li Kobanê ragihand, ji encama baranbarîneke bihêz lehî li gundewarên wî bajarî rabû , û bi dehan mal û zeviyên welatiyan li nêzîkî ava Firatê herweha li rojhilatê wî bajarî lehî rabû û ziyan geha wê deverê jî.
Ligor Nûçegihanê Kurdistan24 , ew dû welatiyên canê xwe ji dest dan e ji yek malbatê ne û xelkê gundê Çeqel Wêran ê rojavayê Kobanê ne, jiber wê lehiyê di ava Firatê de canê xwe ji dest dan û heta niha termên wan nehatine dîtin.
C.B