Erdogan bi hêviye pêwendî bi Almanya re baş bibin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokomarê Tirkiyê dibêje, di çarçoveya hevdîtinên NATOyê de, rê dane ku Parlamenterên Alman serdana binkeya Konya bikin û pêwendiyên wan bi Almanyayê re bi erênî berdewam dikin.

Receb Tayîb Erdogan, Serokomarê Tirkiyê piştî nimêja înê li Stenbolê derbarê rojevê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Da xuyakirin, bi NATO re hevdîtin hatine kirin û di vê çarçoveyê de rê hatiye dayîn ku parlamenterên Alman  serdana Binkeya Konya ya bikin.

Erdogan got, mijara Konya ji Binkeya Încîrlîkê cudatir e û di vê warê Wezîrê Berevanî û Wezîrê Derve pêvajoyê dimeşînin û di arasteyeke erênî de pêwendî berdewam dikin.

Tirkiyê destûr rê nedabû parlamenterên Alman serdana serbazên xwe yên li Binkeya Încîrlîkê bikin û jiber vê Almanya serbazên xwe veguhestibûn Urdinê û di pêwendiya her du welatan de alozî derketibû