Mislim: Tirkiye êrîşî Efrînê bike, dê wek DAIŞê bişike

Hevserokê PYDê Salih Mislim bersiva gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û dibêje: “Heger Tirkiye êrîşê Afrînê bike, dê şikestinek mezin bixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Salih Mislim bersiva gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û dibêje: “Heger Tirkiye êrîşê Afrînê bike, dê şikestinek mezin bixwe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji rojnameyeke nêzikê PKKê re axivî bal kişand li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Afrînê. Hevserokê PYDê got, ger Tirkiye êrîşê Afrînê bike dê şikestinek mezin bixwe û çawa DAIŞ li Kobaniyê ji nav çû dê Tirkiye jî nav biçe.

Salih Mislim tekez kir ku, ew ê li ber xwe bidin û ti carî ji gefan natirsin û li hemberî Tirkiyê çi ji destê wan were dê bikin. 

Ji berî mehekê ve Tirkiye û grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê yên Tirkiye piştevaniya wan dike gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê dixwe.

Herwiha artêşa Tirkiyê hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê Efrînê zêde kiriye ew û wan grûpên çekdar ve, ji zêdetirî mehekê ve gundê Efrînê û devera Şehbayê didin ber topan.

Herî dawî, berî 2 rojan jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dîsa gefa operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê xwaribû.

Hevserokê PYDê, bang li xelkê Rojavayê Kurdistanê jî kir ku, bila ji xwe bi bawer bin û bizanin ku ew ji aliyê leşkerî û siyasî ve gihiştine asteke bilind.