TEVDEM: Xelkê Minbicê ti carî destwerdana Tirkiyê qebûl nake

Ebdilselam Ehmed: Hikûmeta Tirkiyê destwerdanê di karûbarên xelkê Minbicê de dike û ti carî nayê qebûlkirin ku kesek ji derve bê û îradeya xwe bisepîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê bicîkirina rêketina li gel Amerîka ya derbarê Minbicê bi awayekî fermî ragihand û serkirdeyên TEVDEMê dibêjin, ku Tirkiye bi vê yekê destwerdanê di Sûryê de dike.

Ji aliyê xwe ve jî, şirovekarên siyasî dibînin ku divê Kurd bihevre beşdariyê di hilbijartinên Encûmena Sivîl a bajarê Minbicê de bokin.

Ji aliyê xwe ve medya Tirkiyê ragihand, ku Artêşa Tirkiyê di bajarê Minbicê de, dest bi karê xwe kiriye, ew jî li gorî rêketina di navbera Tirkiyê û Amerîka de hatiye îmzekirin.

Herwiha diyar kir, ku di qunaxa sêyem ya rêketinê de, wê encûmeneke serbazî û sivîl were pêkanîn.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Serbazî ya Minbicê ragihand, ku ew rê nede ti hêzên din derbasî bajar bibe û serkirdeyê TEV DEMê Ebdilselam Ehmed ji K24ê re got: Hikûmeta Tirkiyê destwerdanê di karûbarên xelkê Minbicê de dike û ti carî nayê qebûlkirin ku kesek ji derve bê û îradeya xwe bisepîne.

Li gorî xalên rêketinê, dê rêveberiyeke nû li Minbic were pêkanîn û ew yek li gorî hin çavdêran, wê aramiyê di nava deverê de peyda bike.

Şirovekarê siyasî Ekrem Hisên ji K24ê re got: Wê hemû alî hêzên xwe kontirol bikin û nahêlin tevlihevî çêbibin, piştre wê kar bikin daku xelkê deverê bixwe rêveberiya xwe bikin û nimûneyê Minbicê wê li deverên din jî dubare bikin.

Di 4ê vê mehê de, li ser pêşeroja bajarê Minbicê rêketin di navbera Amerîka û Tirkiyê de hat îmzekirin û di 18ê vê mehê de, hêzên Tirkî Amerîkî yên hevbeş li derdora Minbicê belav bûn.

N.O