Rûhanî: Hin alî dixwazin li deverê dewletên nû ava bikin!

Rûhanî aniya ziman: “Li herêmê hin alî di nav wan hewlan de ne ku, dewletên nû ava bikin. Bi hevkariya xwe em dikarin pêşiya vê yekê bigrin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rojnameya Star a Tirkiye di pêwendiya telefonî ya di navbeyna Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de, Rûhanî aniya ziman ku: “Li herêmê hin alî di nav wan hewlan de ne ku, dewletên nû ava bikin. Bi hevkariya xwe em dikarin pêşiya vê yekê bigrin”.

Her du Serokomar liser pêşxistina pêwendiyên xwe hevpar bûn e û diyarkirine ku, ligel hevûdu dê têkoşînê dijî terorê bikin. Li Suriye jî hevkariya her du dewletan dê dom bike û pêvajoya Astana zindî bigrin.

 

C.B