Rûsya: Em Hikûmetên welatan naguherin

Rûsya: Destê Amerîka di gurkirina agirê kirîza Sûryê de heye û piştevaniya hejmarek ji girûpên dijberên Esed dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Rûsya li Washingtonê ragihand, ku Rûsya naxwaze sîstima siyasî ya welatan biguhere, wekî ku Amerîka bizav dike.

Balyozxaneyê bal kişandiye ser civîna Kongirêsa Amerîkî, ku taybet bû bi namzedkirina Mike Pompeo ji bo postê wezîrê derve yê Amerîka û ragihand, "Rûsya destwerdanê di karûbarên navxwe yên welatan de nake".

Herwiha gotiye: "Amerîka dixwaze ew kiryarên xwe yên ku li hin welatan dike, di bin navê demokratî û bergirî li mafên mirovan de, veguhêze hemû welatan û li gorî berjewendiya xwe wan kiryaran encam bide".

Rûsya, îdara Amerîka tometbar kir, ku destê wê di gurkirina agirê kirîza Sûryê de heye û piştevaniya hejmarek ji girûpên dijberên Esed dike.

Jêder: RT

N.O