Gilo: Rêkeftinên bi Rûsya û Hevpeymanan re dê bên aşkerekirin

Hevserokê Desteya Berevaniyê li Cizîrê Rêzan Gilo derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê yên li dijî Efrîn û YPGê de ragihand, çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû, dê li Efrînê jî Tirkiye jî têk biçe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Berevaniyê li Cizîrê Rêzan Gilo derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê yên li dijî Efrîn û YPGê de ragihand, çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû, Tirkiye jî dê li Efrînê têk biçe.

Rêzan Gilo derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê yên li dijî Efrîn û YPGê de ji K24ê re got: “Êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, êrîşa li dijî hemû destkeftên gelê Rojava ye. Her ku goftûgo û danûstandinên derbarê doza Kurd de tên gengeşekirin, wek Cenêv û niha Sochî di rojevê de ye, Tirkiye gefê li tevahiya Rojava dixwe, da ku Rêveberiya Xweser amade nebe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro gef li YPGê xwar û ragihand, heger êrişeke biçûk jî ji aliyê sînor ve bibe, dê bibe sedemê destpêkirina operasyona li dijî Efrînê.

Hevserokê Desteya Berevaniyê li Cizîrê tekez kir, heta niha ti gefên wan li dijî dewleta Tirkiyê çê nebûne û ti niyaza wan jî nîn in. Lê Tirkiye û hemû ew grûpên ku Tirkiye piştevaniya wan dike gefê li Rojavayê Kurdistanê dixwin.

Herwiha Rêzan Gilo got: “Em li dijî terorê şer dikin, lê heger Tirkiye êrîşekê li dijî Efrînê bike, çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû, dê li Efrînê jî Tirkiye jî têk biçe.”

Derbarê moleta ku artêşa Tirkiyê daye YPGê ku divê di heyama 3 rojan de xwe radestî Tirkiyê bike, Gilo got: “Ew pêkenonk e ku seroka dewleteke cîran wiha bibêje. Em ne bi ser wî ve ne ku xwe radestî wî bikin. Em aliyekî Sûrî  ne. Em li dijî grûpên terorist şer dikin û herêmên xwe ji rêjîma Beis jî diparêzin.”

Li ser daxuyaniyên berpirsên pilebilind ên Amerîka ku dê ji hêzên HSDê artêşekê ji bo Bakurê Sûriyê damezrînin, ma ew hêz dê li Efrînê jî lixwe bigire, Gilo got: “Piştî operasyona li Dêrezorê ber bi serkeftinê ve diçe, tê payîn ku hevpariyeke demdirêj hem bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re û hem bi Rûsya re hevpariyekê bê çêkirin, ji ber ku hîna şaneyên nivistî yên DAIŞê hene.”

Aşkere kir jî,  dê hevkariya wan li rojhilatê çemê Ferêt bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re û li rojavayê çemê Ferêt bi Rûsyayê re berdewam be. Ev tişt jî dê bi fermî bên kirin û bên aşkerekirin.