Rûsya li mirina 5 welatiyên xwe li Dêra Zorê mikur hat

Maria Zakharova: Hikûmeta Rûsya vê mijarê dişopîne da piştrast bibe ku ew welatî Rûsî ne

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand, ku 5 welatiyên wan di êrîşa Hevpeymaniya Navdewletî de li Dêra Zorê hatine kuştin.

Maria Zakharova ragihand, ku li gorî zanyariyên destpêkî, 5 kes di êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî de hatine kuştin, ku dibe ji Rûsya bin, lê hîn jî Hikûmeta Rûsya vê mijarê dişopîne da piştrast bibe ku ew welatî Rûsî ne.

Got jî: "Kesên di wê êrîşê de hatine kuştin, ne serbazên artêşa Rûsyê ne".

Berî niha Malpera Blomberg a Amerîkî belav kiribû ku nêzîkî 100 welatiyên Rûsî di wê êrîşa Hevpeymaniyê de li Dêra Zorê hatine kuştin.