Freedom House: Tirkiye di ware azadiyan de yek ji xerabtirîn welatan e

Dezgeha ramanî ya Amerikî Freedom House di rapora xwe bi nave “Azadiya Internetî ya 2017” de Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde azadî hatinê binpêkirin binavkir.

K24 – navenda Nûçeyan

Dezgeha ramanî ya Amerikî Freedom House di rapora xwe bi nave “Azadiya Internetî ya 2017” de Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde azadî hatinê binpêkirin binavkir.

Di lêkolîna Freedom House de, rewşa 65 welatan hatiye nirxandin. Di 32 welatan de rewş ligor salek berê xerabtir bû ye. Tirkiye, Misir û Ukrayna ew welatên ku herî zêde di rêzê de paşkeftine ne.

Tirkiye herweha di rewşa qedexekirinan de jî, yek ji welatên herî pêş e.