HDKÎ careke din Mistefa Hicrî hilbijart

HDKÎ guhertin di peyker bendiya hizbê de kir, bi piraniya dengan postê sikirtêrê giştî yê hizbê nema û li şûna wî, postê berpirsê giştî hat danîn

K24 - Navenda Nûçeyan

Di 16mîn kongirê Hizba Semokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ) Mistefa Hicrî, bi piraniya dengên endaman, wek berpirsê giştî yê wê partiyê hat hilbijartin.

16mîn kongirê Hizba Demokrat a Kurdistana Îran, derengê şevê din bidawî hat, medya fermî ya wê partiye ragihand, ku kongirê wan di bin navê (Serhildana Rojhilat) di 20ê vê mehê de destpê kir û şevê din bidawî hat û di peykerbendiya hizbê de guhertin hatin kirin.

Hizba Demukrat a Kurdistana Îranê, di kongirê 13an de, ku sala 2004an hatibû lidarxistin, cudabûnek têde çêbibû, di wê cudabûnê de, piraniya endamên polîtbîroyê li gel sikirtêrê wê demê Mistefa Hicrî, di nav Hizba Demokrat a Kurdistana Îran de man û aliyê nerazî bi serokatiya Ebdella Hesenzade, Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) damezirandin.

Di kongirê 16an de yê HDKÎ, guhertin di peyker bendiya hizbê de hatin  kirin, bi piraniya dengan postê sikirtêrê giştî yê hizbê nema û li şûna wî, postê berpirsê giştî hat danîn, hevdem Mistefa Hicrî bi piraniya dengan, careke din wek berpirsê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hat hilbijartin.

N.O