Fransa dê di şerê li dijî DAIŞ de li Suriyê berdewam be

Serokatiya Fransa radighîne, Artêşa Fransa dê di şerê li dijî DAIŞ de li Suriyê berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Fransa radighîne, Artêşa Fransa dê di şerê li dijî DAIŞ de li Suriyê berdewam be.

Ofîsa Serokê Fransayê bi daxûyaniyekê ragihand, şerê li dijî DAIŞ, bi jinavbirina wê li Reqayê bidawî nebûye û dê berdewam be, di şerê li dijî DAIŞ de.

Herweha di wê daxuyaniyê de, Fransa tekezî li ser wê yekê kir ku, divê desthilat di destê hemû netewên civaka Reqayê de be. Kar ji bo dabînkirina xizmetguzariyan pêk were û rê ji bo vegera xelkê Reqayê were vekirin, ku jiyan careke din vegere wî bajarî. Aramî û aştiya wî bajarî bê parastin.

Serokatiya Fransa herweha di daxûyaniya xwe de got, divê di dawiyê de çareyek ji şerê navxweyî re li Suriyê bê dîtin. Çareyek siyasî jî, di rêya danûstandinan de bê encamdan.