Çavuşoglu: Tirkiye û Amerîka hêzek hevbeş pêk tînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyeyê eşkere dike, ji bo çavderîkirina vekişîna Amerîkayê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hêzek hevbeş hatiye avakirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de axivî û got, divê pêvajoya vekişîna Amerîkayê û tinekirina DAÎŞê were çavderîkirin. Ji bo vê jî di navbera wan Amerîkayê de hêzek hevbeş hatiye avakirin û dê çavderiya vekişîna Amerîkayê bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha diyar kir, Amerîka Kurdan û YPGê wekî hev pênase dike. YPG û Kurd ji hev cuda ne û divê YPG li ser sînorê wan nemîne. YPG heta niha jî ji Menbiçê derneketiye û divê were derxistin.
Diyar dibe li ser avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê têgihiştina Tirkiye û Amerîkayê ji hev dûr e.
Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê Joseph Votel berî niha 2 rojan eşkere kiribû, ewê Kurdên Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê biparêzin ji bo vê jî wan pilaneke leşkerî û dîplomasî heye. Lê ew nikare li pêş kamerayan behsa naveroka wê pilanê bike.
S. B