Li dijî kesên destê wan di bûyerên 16ê Cotmehê de heye doz tê vekirin

Civata parêzgeha Kerkûkê dixwaze belge û dêkomêntên bêtir li ser wê bûyerê kom bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro civata parêzgeha Kerkûkê li Hewlêrê, bûyerên 16 Cotmehê gotûbêj dike.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e îro civata Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna serokê wê û endamên lîstên di nava civatê de, li avahiya civata parêzgeha Hewlêrê bicive û bûyerên 16ê Cotmehê gotûbêj bike.

li gorî zanyariyan, civat binêt e dozeke yasayî tomar bike û tevahiya ew kesên ku destê wan di bûyerên 16 Cotmehê de hebû, rûbrûyê dadgehê bike, herwiha di civîna îro de jî, civata parêzgeha Kerkûkê dixwaze belge û dêkomêntên bêtir li ser wê bûyerê kom bike.

Di 16ê Cotmeha derbasbûyî de, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û Supaya Pasdaran, bi alîkariya baskekî ji nav aliyekî siyasî li Kurdistanê, êrîşî ser Kerkûkê û Pêşmerge kirin û ew bajar dagîr kirin û ji wê demê ve û heya niha rewş li wî bajarî nearame.

 N.O