Tirkiye: Di êrîşeke ser Suriyê de dibe ku Incirlîk bête bikaranîn

Peyvdarê Wezareta Derve yaTirkiyê ragihand, dibe ku bingeha Incirlîk di dema encamdan a êrîşan li ser Sûriyê de were bikar anîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve yaTirkiyê ragihand, dibe ku bingeha Incirlîk di dema encamdan a êrîşan li ser Sûriyê de were bikar anîn.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy, îro di kongreyek rojnemevanî de ragihand, ku di dema seredana xwe de ji bo Enqere Sekretêrê Giştî yê Natoyê Jens Stoltenbêrg, dê mijara bikaranîna  bingeha Incirlîk  di dema lêdana Sûriyê de gotubêj bike.

Derbarê beşdariya Tirkiyê di wê operasyona li ser Sûriyê , yan piştevaniya wê jê re, peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê got ku, Serokomarê Tirkiyê bi Serok Trump re, di pêwendiya berdewam de ye û ew gotûbêjên xwe di vê derbarê de dikin.

 

 

C.B