Îran danûstendinên rasterê li gel Amerîka red dike

Cewad Zerîf: Em rêketinên kesîtî li gel Amerîka nakin û ji berê ve rêketinek navdewletî di navbera me de heye, ku Encûmena Ewlehiya Navdewletî û Netewên Yekgirtî piştevaniya wê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Îranê ragihand, ku Amerîka Rêketina Navdewletî, ya taybet bi doseya bernameya etomî binpê kiriye dema xwe ji rêketinê vekişand.

Amerîka di destpêka Gulana derbasbûyî de, biryar da xwe ji wê rêketinê bikişîne, ya ku her pênc welatên serekî di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de û Almanya, di dema desthilata Obama de li gel Îranê îmze kirin.

Şanderê Amerîkî ji bo karûbarên Îranê Braian Huk ragihand, ku ew dixwazin danûstendina li gel Îranê bikin daku reftarên wê biguherînin û mûşekên wê yên balîstî tevlî rêketineke nû bikin.

Di beramber de, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ku ew rêketinên kesîtî li gel Amerîka nakin û ji berê ve rêketinek navdewletî di navbera wan de heye ku Encûmena Ewlehiya Navdewletî û Netewên Yekgirtî piştevaniya wê dikin.

N.O