Putin gihişt Enqerê û ligel Erdogan dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rusyayê Vladimir Putin gihişt Enqerê paytexta Tirkiyê û ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî civiya.
Di rojeva Putin û Erdogan de mijara Orşelîmê û qrîza Suriyê û amedekariyên Kongireya Gotûbêja Niştimanî ya Gelên Sûriyê heye.
Putin berî Tirkiyeyê serdana Sûriyê kiribû ferman dabû ko leşkerên wan ji wî welatî vekişin.