Li Reqayê di teqînekê de 4 kesan canê xwe jidest dan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro li Reqayê teqîbekê rû da û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest da û hejmarek welatî jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro li Reqayê teqîbekê rû da û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest da û hejmarek welatî jî birîndar bûn.

Peyamnêrê me da zanîn, îro li çarxeriya Saetê ya bajarê Reqayê dema tireksekê paşma û gemara bajêr kom dikir, mûşekek ku di nava paşmayan de hebû û neteqiyabû, teqiya.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encama teqînê de 4 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek welatî jî birîndar bûbûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarê Reqayê 20ê Cotmeha 2017an rizagarkirina wî bajarî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî ragihandibû, ta niha niha jî bi dehan welatiyên sivîl ji encama bombe û paşmayên DAIŞê canê xwe jidest dane.

 

S. B