Wezîrê Derve yê Îranê gefê dixwe

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf gef li Amerîka dixwe û dibêje: “Heger artêşa Pasdarên Îranê wek rêxistineke teroristî binasin, bersivekê tund didin Amerîka, ku qet ji bîr neke.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf gef li Amerîka dixwe û dibêje: “Heger artêşa Pasdarên Îranê wek rêxistineke teroristî binasin, bersivekê tund didin Amerîka, ku qet ji bîr neke.”

Wezîrê Derve yê Îranê di konferaseke rojnamevanî de helwesta welatê xwe li hember ragihandina stratejiya nû ya Trump li hember Îranê, rêkeftina atonomî û binavkirina artêşa Pasdaran bi terorist got: “Îran dê siyaseta xwe li navçê bi awayekî serbixwe û dûrî helwestên xelkê din bike.”

Zerîf dibêje: “Îran dê bersiveke guncaw bi Serokê Amerîka Donald Trump, dema stratejiya xwe li hember Îranê rabigihîne.” Amaje bi wê jî kir, niha helwesta Trump zelal dibe.

Wezîrê Derve yê Îranê, welatê xwe bi jêdera aramiyê li navçê bi nav dike û dibêje: “Trump û hevpeymaniya xwe ku pişta xwe li navçê bi firotana çekan dibestin, siyasetên şaş bi rê ve dibin û ji bilî ziyangihandinê bi deverê, ti berhemeke din nebûne.”