Erdogan ji bo Efrînê parêzgarek destnîşan kir

Rojnameya Hurriyet: Wê ji bo Efrînê şaredar jî bê destnîşankirin û parêzgar û şaredarên nû, wê ji nav xelkê Efrînê werin hilbijartin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî rojnameya Hurriyet, hejmarek ji perlemanterên AKP, berî 2 rojan li gel serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kom bûne û behsa kiryarên talankirinê ji aliyê çekdarên Arteşa Azad a Sûriyê ve kirine. Erdogan jî gotiye ewê tedbîran bistîne û di çend rojên pêş, ewê ji bo Efrînê parêzgerekî destnîşan bike.

Herwiha wê ji bo Efrînê şaredar jî bê destnîşankirin û parêzgar û şaredarên nû, wê ji nav xelkê Efrînê bên hilbijartin.

Li gorî rojnameya navhatî, parastina ewleklariya wî bajarî jî wê di destê çekdarên Arteşa Azad de be û piştre, wê 400 hezar penaberên ku li bajarên Kilîs, Dîlok û Hatayê dijîn, li Efrînê werin bicihkirin.

Piştî derbasbûna 58 rojan ji destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ji aliyê Artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên opozisyona Sûryê ve, di 18ê vê mehê de, hêzên Tirkiyê û ketîbeyên opozisyonê, bajarê Efrînê dagîr kirin.

N.O