Erebên Xemir li cihê Kurdên Êzidî bicih dibin

Wekî koçberiya firindeyan, niştecihên 12 gundên Êzidiyan li derdora bajarê Serê kaniyê ji ber gefa êrîşên DAIŞê û hevalbendên wê, ber bi welatên biyanî ve koçber bûn. Li gundê Cantemir yê Kurdên Êzidî ku dikeve ser sînorê Tirkiyê, ji 20 malên ÊzIdiyan pêk tê, tenê jinek li şûnwaran maye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2a3b98e4-5347-4b63-b252-e4a270d7f0c0/Ezidi-Serekaniye.ism/manifest

K24 – Serê Kaniyê

Wekî koçberiya firindeyan, niştecihên 12 gundên Êzidiyan li derdora bajarê Serê kaniyê ji ber gefa êrîşên DAIŞê û hevalbendên wê, ber bi welatên biyanî ve koçber bûn. Li gundê Cantemir yê Kurdên Êzidî ku dikeve ser sînorê Tirkiyê, ji 20 malên ÊzIdiyan pêk tê, tenê jinek li şûnwaran maye. 

Ji bilî metirsiya êrîşên DAIŞê bi ser gundên Êzidiyan de, ji aliyê rêjîma Beis ve gelek zordarî li wan hatibû kirin, ku ji berî 40 salî ve 2 hezar û 500 donim erd ji cotkarên Êzidiya hatin standin û li ser Erebên Xemer hatin belav kirin.

Di dîroka Êzidiyan de74 ferman bi ser wan de hatin. Li gorî Êzidiyên deverê dibêjin, ew ji aştiyê hez dikin û sedemên koçberiya wan metirsiya dûbarekirina ezmûna Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, nemaze ku gundên Êzidiyan li devera Serê Kaniyê li ser sînorê Tirkiyê ne û metirsî heye çekdarên DAIŞê derbasî Rojava bibin.