Karwanekî din ji çek û otombêlên serbazî gehişte hêzên Sûrya Demokrat
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro hejmarek ji kemyonên barkirî bi otombêlên serbazî û çek û teqemeniyan, bi riya deriyê Sêmalka derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Li gorî jêderan, ew karwanê çekan, ji 120 otombêlên zirîpoş û otombêlên serbazî pêk dihat.
Ev demeke hêzên hevpeymanan bi serpereştiya Amerîka, bi mebesta şerê kontrolkirina bajarê Reqayê, çek û otombêlên serbazî ji bo hêzên Sûrya Demokrat dişîne.