Du çekdaran êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê K24ê ragihand, ku du çekdaran êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin û bi sedema teqekirina wan çekdaran, polîsek birîndar bû.
Herwiha Nûçegihanê K24ê diyar kir, ku hêzên Asayişê li nav û derdora avahiyê belav bûne û rewş kontrol kirine.
Cîgirê parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdella ji Kurdistan24ê re ragihand, ku sibeha îro, du çekdarên, êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin û di encama teqekirinê de, polîsek ku pasewanê avahiyê bû, birîndar bûye.
Tahir Ebdella got jî, heya niha nasnameya wan çekdaran nehatiye naskirin û armanca êrîşê jî nediyar e.
N.O