Seidî Pîre li ser nakokiyên YNKê nameyek ji bo Mam Celal nivîsî

Pîre: Em hemû piştî te bûne girûpeke xwe xur, kêşeyên me ne ji hêzên Kurdistanî û Iraqî ne, ne ji Hikûmeta Iraq û Hikûmetên cîranên me ne, lê em bi xwe bûne kêşe ji xwe re.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroyê û peyvdarê Yekîtiya Niştimanî a Kurdistan Seidî Ehmed Pîre, roja 15/1/2018an serdana gora Mam Celal kir û li ser deftera bîranînan, gilînameyek li ser rewşa navxwe ya YNK nivîsiye û dibêje: "Silav Mame can, Em di qonaxeke dijwar de derbas dibin, ji hemû aliyan ve êrîş li ser Yekîtiya me tê kirin, em hemû piştî te bûne girûpeke xwe xur, kêşeyên me ne ji hêzên Kurdistanî û Iraqî ne, ne ji Hikûmeta Iraq û Hikûmetên cîranên me ne, lê em bi xwe bûne kêşe ji xwe re".

Di dawiya nameya xwe de Pîre dibêje "Ez îro ji Hewlêrê hatim, piştî civîna me li mala Kak Kosret, min bêriya te kir, ez hatim serdana te, li pêşya wêneyê te westiyam, bi heman nerîna berê min li te dinerî, lê bê deng bûm, min nas kir ku tu jî ji rewşa niha ya YNK dilgiran e".

Destnivîsa Seidî Ehmed Pîre
Destnivîsa Seidî Ehmed Pîre