Di seredan Erdogan a Yunanistanê de pirsgîrêk hatin rojevê

Di seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan a Yunanistanê de, ji hevkariyê zêdetir pirsgîrêk hatin rojevê

K24 – Navenda Nûçeyan

Di seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan a Yunanistanê de, ji hevkariyê zêdetir pirsgîrêk hatin rojevê û diyar bû ku, helwêstên her du welatan di gelek babetan de ji hevûdu dûr e.

Di hevdîtina Erdona ligel Serokomarê Yunanistanê Pavlopulos de, bi taybetî girêdayî peymana Lozanê ku hate rojevê, her du dewletan nirxandinên xwe yên cuda anîn ser mêzê.

Piştî hevdîtina ligel Serokomarê Yunanistanê, Erdogan ligel Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Çipras re civiya.

Piştî hevdîtinê, civîna rojnamevanî ya Erdogan û Çipras pêkhat, ku tê de bi taybetî liser pirsgîrêka Qibris, helwêstên cuda liser NATO, Lozan, rewşa Tirkên Yunanistanê ji bal aliyan ve bi helwêstên cuda ve hatin nirxandin.