Erdogan: Operasyona Şingalê destpê kir

Ligor Ajansa fermî ya Tirkiye AA (Anadolu Ajansi) ragihandî, di axaftina xwe ya li Kongreya 6emîn a AK Partî li bajarê Trabzonê de, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan da diyarkirin ku: Operasyona Şingalê destpkiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Ajansa fermî ya Tirkiye AA (Anadolu Ajansi) ragihandî, di axaftina xwe ya li Kongreya 6emîn a AK Partî li bajarê Trabzonê de, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan da diyarkirin ku: Operasyona Şingalê destpê kiriye.

Ajansa “AA” a Tirkî dide diyarkirin ku, Erdogan di axaftina xwe anî ziman ku: “Me got em dê biçin Şingalê jî. Niha Operasyonan li wir jî destpê kirin. Li hundir li dij terorîstan tekoşîn, lê herweha li derve jî têkoşîn. Dilgiraniya me terorist in. Em ne dewletek dagîrker in. Ev di dîroka welatên Rojava de heye, di dîroka me de tiştek weha nîn e”…

Ev demek e Tirkiye, bi egera hebûna PKK û PYD gefa Operasyonê li Rojavayê Kurdistanê, herweha Şingalê dike. Berî du rojan jî KCK ragihandibû ku, hêzên xwe ji Şingalê vedikşîne.

 

Welatiyê sivîl yê bi navê Nîhad Mihemd di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê li ser Nêrwe û Rêkan de birîndar bû / 25.03.2018 / Wêne: K24
Welatiyê sivîl yê bi navê Nîhad Mihemd di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê li ser Nêrwe û Rêkan de birîndar bû / 25.03.2018 / Wêne: K24

Her îro jî, peyamnêrê K24ê li Dihokê ragihand, di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê li ser navçeyên Nêrwe û Rêkan, welatiyekî sivîl yê bi navê Nîhad Mihemd birîndar bû.

 

C. B