Pêşmerge êrîşa DAIŞê li Xurmatoyê şikand

Şeva borî careke din DAIŞê êrîşî çeperên Pêşmerge li mihwerê Xurmatoyê kir. Hêza Pêşmerge êrîşa DAIŞê şikand û çend termên DAIŞê li wê çeperê bi cih man.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva borî careke din DAIŞê êrîşî çeperên Pêşmerge li mihwerê Xurmatoyê kir. Hêza Pêşmerge êrîşa DAIŞê şikand û çend termên DAIŞê li wê çeperê bi cih man.

Fermadar û Pêşmergeyên di şer de beşdar bûne ji K24ê re ragihandin, şeva borî demjimêr 23:00, çekdarên DAIŞê êrîşî ser sînorê gundê Zerge ya ser bi Xurmatoyê ve kirin, piştî şerekî giran Pêşmergeyan bi hevkariya xwebexşan karîn êrîşa DAIŞ bişkînin.

Herwiha ragihandin, bombeyeke çandî ya DAIŞê bi hêza Pêşmerge de teqiya û çend Pêşmerge birîndar bûn.

Fermandarên Pêşmerge spasiya xelkê navçê kirin, ku ji destpêka şer de wek xwebexş gihêştin çeperên Pêşmerge û mil bi mile Pêşmerge êrîşa DAIŞê şikandin.

Di vê mehê de, ev êrîşa sêyemîn e li mihwerê Xurmatoyê ku çekdarên DAIŞê êrîşî çeperên Pêşmerge dikin û ew êrîş tên têk şikandin.