Tirkiyê hêzeke taybet dişîne Efrînê

Ajansa Anadolê: Enqera 60 otombêlên serbazî li gel hêzên taybet yên Tirkiyê veguhestiye ji bo Herêma Efrînê, û niha ew hêz li ser sînor hatiye bicihkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê hêzeke piştevaniyê li gel hêzên taybet, ji bo beşdarîkirinê di operasyona Efrînê birê kir.

Li gorî Ajansa Anadolê ya fermî, Enqera 60 otombêlên serbazî li gel hêzên taybet yên Tirkiyê veguhestiye ji bo Herêma Efrînê, û niha ew hêz li ser sînor hatiye bicihkirin.

Ji aliyê xwe ve, şevê din Hêzên Sûrya Demokrat ragihand ku, şervanên wan karîn 2 hêlîkopterên Tirkiyê bînin xwarê û di encamê de 11 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, lê Artêşa Tirkiyê tenê li ketina yek hêlîkopterê mikur hat.

Herwiha duh peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê di hevpeyvîneke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku heya niha artêşa Tirkiyê tenê 15 gundê Efrînê control kiriye.