Erdogan: Tirkiye û Qeter opozisyona Suriye li ser piyan hiştin!

Serokomarê Tirkiyê di civîna gruba Parlementoyê ya Partiya Maf û Geşêpêdanê AK Partî de axaftinek kir û carek din pistgirya Tirkiyê ji bo Qeterê anî ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê di civîna gruba Parlementoyê ya Partiya Maf û Geşêpêdanê AK Partî de axaftinek kir û carek din pistgirya Tirkiyê ji bo Qeterê anî ziman.

Di axaftina xwe de Erdogan destnîşankir ku “Di babetba ebluqeya li ser Qeter de xeletiyek mezin tê kirin. Mafê tu welatan nî ne, tadeyê li hevwelatiyên welatekî din bikin, ev ne mirovaheî ye, ev ne islamiye jî”.

“Qeter ligel Tirkiye ew welat e ku herî zêde le hember DAIŞ rawestiya ye. Tu sûd a wê nî ne ku tade li Qeter bê kirin. Ger ne Qeter û Tirkiye ba, niha opozisyona Suriye nemabû, nikarîbûn li hember rejîma Suriye û DAIŞ li ser piyan bimînin”.

Tirkiye ligel Îranê ew welat e, ku di herêmê de li hemberî ebluqeya dijî Qeterê rawestiyan e.