Festîvala Siwêdê ji bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sponseriya Dezgeha Kurdistan24 a Ragihandin û Lêkolînan, li Stockholmê paytexta Siwêdê bi serperiştiya Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Siwêdê festival piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bi rê ve diçe.
Di festîvalê de camewereke mezin ji revenda Kurdistanî li Siwêdê û welatên derdorê amade bûn û bi ala Kurdistanê û cilûbergên Kurdî piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê derdibirînin.
Aheng li meydana Midborgar Palace a Stocholmê bi beşdariya hejmareke mezin ji hunermendê navdar ên Kurdistanê bo dema 5 demjimêran berdewam dibe û Kurdistan24 bi awayekî zindî romala wê dike.
Di festîvalê de gotara Serokê Herêma Kurdistanê bi zimanê Siwêdî û Kurdî hate xwendin. Herwiha hejmareke berçav ji parlemanterên Siwêdê û endamên partiya desthilatdar û partiyên beşdarî festîvalê bûn.
Ji bilî ji bajarê Stocholmê, ji çend navçeyên din ên Siwêdê û welatên derdorê xwe gihandin festîvalê û piştevaniya xwe ji serxwebûna Kurdistanê re derdibirin û peyama xwe ya aştiyane ji berpirsên Siwêdê û cîhanê re nîşan didin.