Buldan: Rê nehat dayîn serdana Demîrtaş bikin

Wezreta Dadê ya Tirkiyê rê neda Hevserokên HDPê bi namzetê hilbijartinên serokomartiya Tirkiyê Selahatîn Demîrtaş re hevdîtinê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezreta Dadê ya Tirkiyê rê neda Hevserokên HDPê bi namzetê hilbijartinên serokomartiya Tirkiyê Selahatîn Demîrtaş re hevdîtinê bikin.

Di derbarê mijarê Hevseroka HDPê Perwîn Buldan li ber deriyê girtîgeha Edirneyê daxuyanî da rojnamevanan û got, ji ber rêgiriya Wezreta Dadê ew nekarîne Demîrtaş bibînin. Buldan careke din banga azadkirina Demîrtaş kir.

Herwiha Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî eşkere kir, wan ji bo azadkirina Demîrtaş serî li Dadgeha Yasaya Bingehîn dane.

Namzedê HDP ê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ev nêzîkê du sal in di girtîgehê de ye. roja 15ê Gulanê ji aliyê parêzerên wî ve serlêdana 19emîn dageha giran ya Enqerê hatibû kirin ku bê berdan, lê dadgehê ew yek red kir.

Demîrtaş ku namzetê HDPê yê hilbijartên serokomartiya Tirkiyê ye, di 4ê Cotmeha 2016an de bi tometa ku pêwendiyên wî bi PKKê re hene û bangeşeyê ji wê partiyê re dike hat girtin.

 

 

S. B