Îran pêşinyarên xwe derbarê destûra nû ya Sûryê radestî De Mistura kir

Cebrî Ensarî: Îran arasteyeke erênî û avakar ji bo çarekirina kirîza Sûryê dixwaze.

K24 - Navenda Nûçeyan

Alîkarê wezîrê derve yê Îranê ji bo siyaseta derve Cebrî Ensarî ragihand, ku berpirsên Îranî li Taranê li gel şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura civiyan û Îran pêşinyarên girêdayî Komîteya Dariştina Destûra nû ya Sûryê, radestî De Mistura kirin.

Cebrî Ensarî naveroka wan pêşinyaran eşkere nekir, lê tekez kir ku welatê wî, arasteyeke erênî û avakar ji bo çarekirina kirîza Sûryê dixwaze.

Berî niha Hikûmeta Sûryê lîstek bi navên nûnerên xwe yên ew hilbijartiye daku bibin endamên Komîteya Dariştina Destûrê, radestî Netewên Yekgirtî kiribû, ku ew lîst ji 50 kesan pêk dihat, lê heya niha opozisyona Sûryê, lîsta xwe pêşkêş nekiriye.

Duh jî serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand, ku Hikûmeta Sûryê bi temamî pêbendî bicîkirina erkên xwe bûye û pêşinyarên xwe ji bo pêkanîna Komîteya Dariştina Destûra nû ji Sûryê re diyar kiriye û niha em li bendî opozisyonê ne, ku ew jî biryara xwe bide.

Herwiha Putin got: Bi karê hevbeş di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, me encamên gellekî baş li Sûryê pêk anîn û me karî terorê li wî welatî jinav bibin.

N.O