HAK-PAR: Krîz encama polîtîkayên şaş yên der û hundir e

HAK-PAR: Divê Tirkiye, di serê da gel Kurdistana Bașûr bi hemû dewletên cîran ra di nav aștiyê da li ser berjewendiyên dualî yên ekonomîk û siyasî pêvendîyên xwe pêşta bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) girêdayî krîza aborî ya Tirkiye daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek gihand destê K24.

Ev naveroka daxûyaniya HAK-PAR e.

HAK-PAR: Krîz encama polîtîkayên şaş yên der û hundir e

Tirkiya careke din bi krîzeke giran ya aborî va rûbirû ye.

Ji piştî biryara Emerîkayê ya ji sedî 50 zêdekirina baca gûmrikê ji bo pola û bafûna ku tê hawirde kirin, dolar ji 7 lîrayê tirkan derbas bû. Nirxa Lîrayê Tirkan li hemberî perê biyanîyan ji sedî 50 kêm bû.

Gotina ku rêvebirên AKP’yê ji ser zarê xwe nedianîn xwarê “Tirkîya bihêz”, jî “Îstîqrar” jî êdî nema.

Tê payîn, ku pêlên zemê giran, tomarî ji kar derxistin, bi diramatik kêmbûna taqeta kirînê, kepeng daxistina esnafên piçûk û bi têkçûna gelek şîrketên hûr û gir va tevaya cîvakê bi lerzeke ciddî va rûbirû ye. 

Sermîya biyanî bi lezgînî ji Tirkîyê vedikşe. Di serê sêrî da dewletên wekî ABD, Ingîltere û Japonya, diçin dewletên ewledar.  

Tirkîya ku ji kapasiteya xwe zêdetir xwe bi döviz va deyndar kirin, deynê ku disten jî ji bo meşandina polîtîkayên mîlîtarist yên li dijî Kurdan, mesrefên leşkerî, xwe çekdar kirin, di sektora a ji bo armancên xwe yên leşkerî, sektora karûbarên avakirinê xerc dikir, xûyabû, ku yê berbe kirîzê bê here.

Tirkiye dewsa demokratîk bûnê, hê jî berê xwe da pergaleke otorîter/desthilatdar, parlamento bê fonksiyon ma, maf û azadîyên bingehîn anîn asta sembolîk. 

Tirkîya zivirîye ser pergaleke navenxwez, tevaya desthilatdarîyê di dest kesekî da kombûne, sêrîda ABD gel tevaya welatên rojava di nava têkilîyên şerkarî da ye û li Iraqê, li Surîyê bi polîtikayên dij kurdayetîyê va kete nava bataxa Rojhilata Navîn.

Kurdistana Başûrê ku ji aliyê neft û xaza sirûştî va yek ji cih û warên dewlemend û stratejîk e, bi Tirkiyeyê ra  li gorî berjewendiya xwe têkiliyeke dostane bi rê va dibir. Lê Tirkiyê, “Referandûma Serxwebûnê” ya Kurdistana Başûr ji xwe re kire hincet û hemû têkiliyên xwe qut kirin. Bi saya bazar û enerjiya erzan a li Kurdistana Başûr  dikarîbû ekonomiya xwe mezin bike. Lê ev yek xiste nav rîskeke mezin.

Tenha bona ku Kurd nebin xwedî statûyekê, li Sûriyeyê operasyonên ku gelek zirar dan ekonomiya Tirkiyê, li dar xistin. Her tim bi dewletên li derdora xwe ra kete nava şer û pevçûnê. Di nav sînorê xwe da, di serê sêrî da pirsgirêka Kurdan çareser bike, dest bi zordariyan kir. Ji ser cudahiyên civakê derbasî  “Pergala Serokatiyê” bûn û bi vê yekê va alozîyên navxweyî  û hesasetîyetên sîyasî pêkhatin.  

Dewleteke NATO’yê ye, lê belê Tirkiye hewl dide ku bi Rûsya, Çîn û Îranê ra pêvendiyeke stratejîk ava bike. Ligel vê yekê Tirkîya û ABD, di meseleyên Rahîp Brunson, Riza Zarrap, midûrê Halk Bankê, kirîna balafirên şêr ên F-35 an, radestkirina Fetullah Gûlen, Iraq, Sûriye û Filistînê de jî tim û tim hatin hemberî hev û din.

Ev kirîza finansman ya îroyîn, ji ber polîtîkayên şaş ên li hûndir û der û di aborîyê da jî gelek biryarên şaş hatin girtin, pêk hat.

Zêdebûna kêmaniya carî, berdewamîya ithalata bi berbend, taybetî jî bi navê “Wezareta Xezîne û Malîyê” li navendekê civandin, di derbarê destêwerdana xwe biserêxwebûna ango azadbûna Banka Navendî (MB) bêbawerîyek durust kir, ji bo pererazandinê Tirkîye anî asteke usa ku sermaya biyanî xwe paşta kişand

Ji ber polîtîkayên şaş ên li hûndir û der ku têne meşandinê, ekonomiya Tirkiyeyê gelek hesas bûye ku êdî bi twîtekê krîz çêdibin.

Fatoreya vê kirîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên şaş pêkhatîye, bivê nevê berê kedkar, gelê feqîr ji pişt ra jî hemû kesê bide. Iflasên ku yekî şoq dikin, dorbidor têkçûna banqan êdî nabe surprîz.

Şûna ku Tirkîyê rastiyan xwe bibîne, carek di destavêtîye gotegotên wek “Êrişa hêzên der”, “Mesela vemanê”, cîvatê manîpule dike, dixwaze fatora giran bide li ser milê cîvatê.

Divê Tirkiye; di serî da berê xwe bide pirsa Kurdî û pirsgirêkên din yên navxweyî adîlane safî bike. Dewsa vê, berê xwe daye şer û pevçûnan, operasyonan û çavkanîyan dide ber xizmeta militarizma ku wekî bîra bêbinî, tevaya hebûna dewletê dadiqurtîne.  

Divê ji bo demokratizekirina Tirkiyê, derfetên azadîyane bêne berfireh kirinê, dawîya van polîtîkayên derî welêt yên alozîyê bên, ji bo çareserîya pirsgirêkên gel welatên wek ABD û YE bi lezgînî û aqilane gav bêne avêtinê.  

Divê Tirkiye, di serê da gel Kurdistana Bașûr bi hemû dewletên cîran ra di nav aștiyê da li ser berjewendiyên dualî yên ekonomîk û siyasî pêvendîyên xwe pêşta bibe.  

Dîsa ji bo ku veberdêrên biyanî berê xwe bidine Tirkiye, divê ne tenha li gorî merivekî û bi ideolojîya ku xwe dispêre bawerîyê va. Divê bi berhema aqilekî kolektiv bike hacet, ku sermaya der bawerîya xwe lê bîne, bi lezgînî biryaran bigire, ku fatora vê kirîzê dîsa ji wan kesên ku bûne sedema wê bê derxistinê.   

Em wan kesên ku gel, kedkar hê jî  feqîr xistine, rê li ber kirîzê vekirine û fatorayê jî dîsa  didine ser milên gel şermezar û protesto dikin. 

Ji bo hevkariyê em bangî hemû aliyên ku gel demokrasîye, azadîyan, kêdê  û gel gelin dikin.

HAK-PAR

PARTIYA MAF Û AZADIYAN