HSD şerê kontrolkirina dawî baregeha DAIŞê berdewam e

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dawî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kontrol dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, HSDê dawî pêgeha DAIŞê li rojhilatê çemê Firatê li Dêrazorê kontrol kir.

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Baxozê Ekrem Salih li ser zarên fermandarên HSDê da zanîn, fermandarên HSDê nûçeya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan a kontrolkirina dawî baregehên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê red dikin.

Peyamnêrê me da zanîn jî, hîna DAIŞ li nava Baxozê li ber xwe dide û şer û pevçûnên berdewam in. Diyar kir jî, şer ji du aliyan ve li ser Baxozê berdewam e.

Destnîşan kir jî, karîdorek ji bo derketina sivîlan ji Baxozê hatiye vekirin û di rojên bûrî de hejmarek mezin ji sivîlan hatine rizgarkirin. Herwiha rojane jî malbat û çekdarên DAIŞê xwe radestî şervanên HSDê dikin.

Rewangehê belav kiribû, li gor di du rojên bûrî de 440 çekdarên DAIŞê li ser du daneyan xwe radestî HSDê kirin, lê hîna hin çekdarên DAIŞê di tonelan de mane û operasyona pakirina wan bi berdewamî tê kirin.

Operasyona kontrolkirina dawî baregeha DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê ji 9ê Îlona 2018an de ji aliyê HSDê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî destpê kiriye.