Qubris amade ye hevkeriyên leşkerî ji bo Pêşmerge bişîne

Wezîrê Derve yê Qubrisê radigihîne, welatê wî amade ye hevkariyên leşkerî ji bo hêza Pêşmerge bişîne Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Qubrisê radigihîne, welatê wî amade ye hevkariyên leşkerî ji bo hêza Pêşmerge bişîne Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Qubrisê Ioannis Kasoulidis diyar kir, berê welatê wî du karwanên hehkariyên leşkerî di riya Amerîka re şandiye Herêma Kurdistanê.

Ioannis Kasoulidis ragihand jî, her çend e ji ber dûrketina DAIŞê, rûbirûbûna ligel wê kêmtir bûne, lê welatê wî nîşan daye hevkariyên leşkerî bi hevhanegiya ligel Hevpeymaniya Navdewetî bişîne Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Qubrisê amaje bi wê jî da, welatê wî ligel yekperçeyîya Iraqê de ye.