Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê mijarên petrolê û budceya Kurdistanê û mûçeyên hêzên Pêşmerge li gel Bexdayê gotûbêj bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê mijarên petrolê û budceya Kurdistanê û mûçeyên hêzên Pêşmerge li gel Bexdayê gotûbêj bike.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li gel Hikûmeta Iraqê pişka Herêma Kurdistanê ji budceya 2019an ya Iraqê û doseya petrolê û mûçeyên hêzên Pêşmerge û danûstendinên derbarê çend pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de, gotûbêj bike.

Ev yek di demekê de ye, ku duh ji encama rêketinekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhan destpê kir.

N.O