Amerîka berpirsekî DAIŞê dikuje

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, wan berpirsê firotina petrol û gazê yê DAIŞê li Sûriyê kuşt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, wan berpirsê firotina petrol û gazê yê DAIŞê li Sûriyê kuşt.

Pentagonê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karîn 4 çekdarên DAIŞê bikujin, di nava wan de berpirsekî mezin ê DAIŞê hebû.

Aşkere kir jî, ew êrîş di 26ê Gulana bûrî de li geliyê çemê Feratê navîn hatiye kirin û tê de berpirsê firotana petrol û gaza DAIŞê Ebû Xetab El-Iraqî û 3 alîkarên wî hatine kuştin.

Pentagonê amaje bi wê kir jî, bi kuştina wan endamên DAIŞê, dê karîna DAIŞê ya bazirganiya petrol û gaze li Sûriyê lawaz bibe.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ji sala 2014an ve dest bi operasyonên li dijî DAIŞê hat damezrandin.

Niha jî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyonekê li rojhilatê çemê Ferêt û Dêrezorê bi rê ve dibe.

 

S. B